PEKÎN
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser îdiayên ku Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş got ku ji bo mijara Sirûcê der heqê Serokomariyê da gotin wiha axivî: "Ev gotin gotineke bêterbiye ye. Ez bi taybetî bibêjim ku miqamê Serokomariyê miqamekî bilind e û danakeve vê astê."
Serokomar Erdogan li Çînê piştî Forûma Kar ya Tirk û Çînê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Erdogan got ku di ziyareta Çînê de "Em li ser gavên çandî, tîcarî û hemû qadan sekinîn" û wiha axivî: "Ji bo paşerojê ji wezîran re telîmat hat dayîn. Piştî vî qasî wezîrên me wê vî karî bişopînin. Weke ku we dît me li vê derê civîneke konseya kar kir û nêzî 120 karsaz ji me, dora 160 karsazî jî ji Çînê beşdarî vê civînê bûn. Karsazên me di civînê de wek sektorel hevdîtin kirin."
Serokomar Erdogan daxuyand ku di dawiya civînê de wî xîtabî karsazan kir û wiha dewam kir: "Ez bawer dikim ku vê yekê jî kelecana karsazên me zêdetir kir. Piştî vî qasî em ê jî pêvajoyê bişopînin."
Erdogan li ser pirsa îdiayên Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş yên ku der heqê êrîşa terorê ya Sirûcê da ji bo Serokomariyê gotin wiha axivî:
"Ev gotin gotineke bêterbiye ye. Bingeha wê tuneye. Ez bi taybetî bibêjim ku miqamê Serokomariyê miqamekî bilind e û danakeve vê astê. Beriya her tiştî kesê ku van gotinan dibêje, berpirsiyarê 50 kesên ku di komkujiya 6-7-8ê cotmehê de hatin kuştin e. Vê gavê di bin zirxê destnedayînê de heta roja îro mixabin ev pêvajo lekedar kir. Vê gavê jî hê helwesta xwe ya li hember PKKê naguherîne. PKK ku Ewropa û Amerîka jê re rêxistina terorê dibêjin. Jixwe kekê wî li serê çiyê mezin bûye, li serê çiyê ye, heta roja îro hatiye. Bixwe jî firsendê bibîne wê bireve wir. Jixwe dem bi dem ji wir telîmatan hildidin. Ev wiha ne. Divê ev gotinên ku ji devê van dertê baş guhdar bikin. Beriya her tiştî Serokomarekî ku ji bo hizûr û refaha welêt dixebite re tiştên wiha dibêjin. Hebe tunebe ev hewl û gav ji bo ku bêxêriyê ji xwe dûr bixin in. Bila heddê xwe bizane."