Balbay û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu çend deqîqe ewil beriya ku Lijneya Giştî ya TBMMyê dest pê bike ketin hundir.
Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek Balbayê ku li cem Kemal Kiliçdaroglu runîştibû vexwende ser kursiyê.
Piştî ku Balbay sond xwar CHPyîyan ji bo wî li ser piyan çepik lê dan. Parlamenterên MHPê jî ji bo wî çepik lê dan.
Serokê TBMMyê Çîçek ji bo Balbay serfirazî xwest û wiha got:
"Derbasî be. Sondxwarina te rastî roja 10ê çileya pêşîn yanî roja Mafên Mirovan a Dinyayê hat, ji ber wê pir watedar e. Ez hêvî dikim ku hezkî bila parlamenter be an jî bila welatî be ew kesên ku di demeke dirêj e girtî ne û ji ber sedemên din mafên wan tê îhlalkirin maf û azadiya xwe bi dest xin."
Parlamenterên CHPê, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û hin parlamenterên MHPê jî Balbay pîroz kirin.