BİTLİS
Hîndekarê Zanîngeha Harranê Doç. Dr, Necmettîn Elmastaş li ser zarokên pale yên ku li Ahlata navçeya Bîtlîsê di zeviyan de dixebitin lêkolînek kir. Di encama lêkolînê de derket holê ku zarokên pale ji bilî betlaneyê, di salê de 2 meh ji dibistanê dûr dimînin û li gor hevalên xwe ji dersan dimînin.
Elmastaş, ji bilî zarokên xwendekar yên pale, bi midûr û mamosteyan re jî hevdîtin û anket kir. Di lêkolînê de derket holê zarokên ku paletiyê dikin li gor hevsalên xwe herî kêm 2 meh ji dibistanê dimînin.
Li gor lêkolîna Elmastaş malbatên ku ji bajar û navçeyên derdorê tên û tevî zarokên xwe ku ji sedî 80ê wan qîz in, di zeviyên kartolan de dixebitin.
Doç. Dr. Elmastaş encamên lêkolîna xwe bi nûçegihanê AAyê re parve kir û bal kişand ser rewşa zarokên pale û wiha got: "Ev rewş di mijara perwerdehiya zarokan de dibe sedema gelek pirsgirêkan. Li Ahlat û gundên derdorê piraniya zarokan vî karî dikin. Ev zarokên xwendekar ji ber ku naçin dibistanê ji dersên xwe jî paşve dimînin û ev jî dibe sedema biserneketina wan. Di nav zarokên pale de hejmara keçan ji sedî 80ê ye. Zarok di navbera 10 û 12 saetan de dixebitin û ev jî pirsgirêk e. Lê tiştê herî ecêb ew e ku ji destê gelek maltan tê ku ew bixwe bixebitin, lê ew naxebitin û zarokên xwe dişînin nav zeviyan."