ANKARA
Wezîrê Perwerdeyê Nabi Avci da zanîn ku dê SBS bê rakirin û dersxane jî bên girtin.
Wezîr Avci piştî civîna çapemeniyê pirs bersivandin.
Li ser pirsa "gelo SBS radibe û dersxane tên girtin" Avci jî bi kurtî got: "SBS radibe û dersxane tên girtin."
Avci got der barê SBSê de min berê jî çend tişt gotibûn. Em naxwazin dahatûya zarokan bi tenê bi ezmûnekê ve girê bidin. Em vê gavê nîqaşan dikin û bi hev dişêwirin ka em vî barî ji ser milê zarokan çawa rakin.
Avci da zanîn ku me di vê meselê de gelek rê girtiye û dê tenê ezmûnekê neyê çêkirin. Avci got ku qet nebe ji bo hemû dibistanan dê tenê ezmûnek çênebe. Hin dibistanên zêde tên telebkrin, dê ezmûneke biçûk û cuda bikin. Lê ezmûnên sereke dê li gor mufredatê di nav salan de bên çêkirin ku em vê gavê li ser vê planê dixebitin.
Avci da zanîn ku li gor lêkolînên salên berê di notên xwendekaran de standardek tuneye. Ev jî para mamosteyan e ku vê bi awayekî nazik vebêjin. Çimkî dema ku kaxizên ezmûnan tên xwendin, ji bo hinekan gelek camêrî tê kirin, ji bo hin kesan jî timatî. Ji bilî vê, di hemû dibistanên me de tiştên ku me dîtin ev bû; krîterên wan yên pîvanê ne wek hev in. Ev jî di navbera xwendekaran de dibe sedema bêedaletiyê. Me jî got em îsal di dersên wek matematîk, tirkî, zanistên civakî, zanistên fenê de ji merkezê ezmûnekê çêkin. Yanî ezmûnê û hemû barê ezmûnê em ê bigirin li ser pişta xwe da ku di navbera notên xwendekaran de standardek pêk bê. Bi vê yekê re dê tercîh jî li gor van ezmûnan bi rehetî bên dayîn. Me ev xebat kir û em ê bikin jî.
Ji bo vê yekê êdî ji sala bê pê ve dê SBS rabe.
"Xebatên der barê dersxaneyan de dê pêşkeşê Serokwezîriyê bikin"
Avci bi bîr xist ku berê hin gotinên Serokwezîr Recep Tayîb Erdogan der barê dersxaneyan de hebûne û wiha pê de çû:
Em naxwazin ku êdî di perwerdeya me de alternatîfek hebe. Yanî em naxwazin ku ji bilî perwerdeya me xwendekar çavên wan li derve bin. Ji ber wê xebateke me ya ku em dersxaneyan veguherînin dibistanên taybet heye. Ji bo vê me qanûneke bingehîn amade kir. Armanca me ew e ku saziyên kêrhatî di perwerdeya taybet de kêr bên û zarokên me muhtacê dersxaneyan nekin. Her wiha ev xebat ji bo ku sala pêşiya me pêk bê amadekariyên wê tê kirin.
Rojnamegerek pirsî "Wextê qeydên dersxaneyan e. Hûnê bangê xelkê bikin ku bila qeydên zarokên xwe çênekin?" Avci jî got ku ev sal û nîvek e li ser vê tê axaftin. Li gor mewzûata li rê ye em tiştekî wiha nabêjin, lê ji xeberdanên me çi tê fêhmkirin bila wisa be.
Avci li ser pirseke SBSê dîsa got ku ev xebata me ya niha tenê ji bo pola 8. e. Piştre ev xebat dê ji bo polên din jî bê kirin.