TBMM
Wezîrê Perwerdeyê Avci: "Ji sala pêşiya me pê ve kurdî jî tev de em ê daxwazên dersên bijarte hildin ber çav û mamosteyan bişînin bajaran. Ew mamosteyên ku em ê bişînin wê li bajarekî bikevine dersên bijarte yên dibistanên cûr bi cûr."
Avci di lihevrûniştinên teklîfa zagona ku navê navçeya Aydinlara Sêrtê biguhere bike Tillo û navê Zaningeha Nevşehîrê biguhere bike Zaningeha Hecî Bektaşê Welî ya Nevşehîrê de pirs bersivandin.
Avci li ser pirsa peywirdarkirina mamosteyên kurdî wiha got, ji ber ku me nizanibû li kîjan dibistanê çend xwendekar wê dersa bijarte hilbijêrin, kurdî jî tê de me ji bo tu dersên bijarte qadro neda mamosteyan.
Avci got em li gor encama sepandina par hîn bûn ku dersa kurdî ya bijarte li kîjan dibistanan tê hilbijartin. Lê belê hilbijartinên par çiqas rast in em nizanin. Avci wiha dewam kir: "Piştî ku ev zelal bûn em ê hisab bikin ku ka li giştiyê bajarekî ji bo kîjan dersên bijarte pêdiviya çend mamosteyan heye ku em bikaribin pêk bînin. Ji sala pêşiya me pê ve kurdî jî tev de em ê daxwazên dersên bijarte hildin ber çav û mamosteyan bişînin bajaran. Ew mamosteyên ku em ê bişînin wê li bajarekî bikevine dersên bijarte yên dibistanên cûr bi cûr. Ji bo ku li dibistanên taybet ders bi kurdî bên xwendin divê ku verastkirin bi biryara Lijneya Wezîran bê hildan. Ku ev çêbibe me tewdîra xwe girtiye."
Avci got 18 hezar xwendekaran dersa kurmancî, hezar 800 xwendekaran jî dersa zazakî hilbijartine.