Di navbera Zanîngeha Silêymaniye û Zanîngeha Yuzunci Yilê (YYU) de protokol hat îmzekirin. Di çarçoveya vê protokolê de hemşîreyên ji Herêma Kurdistana Iraqa Fedaral (HKIF) yên ku staja xwe li Vanê kirin di merasîma ku ji bo wan hat lidarxistin de sertifîkayên xwe stendin.
Ji bo hemşîreyên Iraqî li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşî ya li ser YYUyê merasîma sertîfîkadayînê hat lidarxistin.
Di merasîmê de Rektorê YYUyê Prof. Dr. Peyamî Battal axivî û diyar kir ku bi Zanîngeha Silêymaniyê re protok îmze kirine û di çarçoveya vê protokolê de mezûnên xwe yên ewil dane û wiha dewam kir: "Koma ewil sertifîkayên xwe girtin. Ev koma duyemîn e û wan jî mafê standina sertifîkayê heq kirin. Hemû hevalên me ji xwendekarên me yên mêvan razî ne. Ji bo vê jî ez ji mêvanên me re pir spas dikim.
Hîndekarê Fakulteya Hemşîretiyê ya Zanîngeha Silêymaniyê Şivan Esed Qadir jî destnîşan kir ji ber ku ev derfet dane wan pir kêfxweş in û wiha dewam kir: "Ez ji doktor, hemşîre û hemû hevalên me yên din re pir spas dikim. Ez wisa hêvî dikim ku têkiliyên me baştir bibin. Bi tenê ne staj em ê ji bo xwendekarên xwe bernameyên nû jî çêbikin."
Piştî axaftinan Rektor Battal, hîndekar Qadir, Cigîrê Rektorê YYUyê Prof. Dr. Kenan Demîrel û serbijîşk Prof. Dr. Hakan Çankaya sertifîkayên qursiyeran dan wan.