2016 ж. 25 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 26 наурыз
ANKARA
OSYMyê encamên Ezmûna Derbasbûna Perwerdeya Bilind (2016-YGS) eşkere kir.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera OSYMyê hat dayîn analîz û kontrolên li ser 2016-YGSyê hatin temamkirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku Lijneya Rêvebiriya OSYMyê hemû îtiraz nirxand û biryar hat dayîn ku di testa matematîkê ya sereke da pirsa 15an û di testa zanistên fenê da pirsa 9an were betalkirin û di testa zanistên fenê da jî bersiva pirsa 7an wek "D" hatiye guherandin.
Kesên ku ketine ezmûnê dikarin encaman ji ser navnîşana https://sonuc.osym.gov.tryê bi nimroya T.C. û şifreyên xwe hîn bibin.