ANKARA
Xendekar dikarin tercîhên xwe ji navendên serîlêdanê û ji ser înternetê bikin.
Namzedên zanîngehan di tercîhên xwe de dê bikarin li ser malpera OSYMê ji Rêbera Kontenjan û Bernameyên Hîndekariya Bilind ya OSYSê ya 2013an sûd wergirin. Divê namzed beriya ku dest bi tercîhan bikin vê rêberê bi baldarî bixwînin.
Muameleyên tercîhan ji navendin serîlêdanê an jî bi nimra nasnameyê ji navnîşana ''http://www.osym.gov.tr''ê ya OSYMê tên kirin.
Namzed ji bilî van azîneyan nikarin bi faks, poste û posteya elektronîk tercîhê bikin. Divê namzedên ku nikarin înternetê baş bikarbînin û an jî yên ku ji xeletkirinê ditirsin, tercîhên xwe bi navbeynkariya navendên serîlêdanê bikin. Berpirsyariya namzedên ku tercîhên xwe bi xwe ji înternetê kirin, dê aîdê wan be.