Perwerdehî

35 pirtûkên teze ketin lîsteya pirtûkên "dostê zarokan"

Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ji bo rê nîşanî malbatan bide 35 pirtûkên teze li lîsteya 332 pirtûkên naveroka wan kêrî zarokên 0 û 6 salî tê zêde kir

Haydar Şahin  | 07.08.2019 - Rojanekırın : 08.08.2019
35 pirtûkên teze ketin lîsteya pirtûkên "dostê zarokan"

Ankara

Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ji bo rê nîşanî malbatan bide 35 pirtûkên teze li lîsteya 332 pirtûkên naveroka wan kêrî zarokên 0 û 6 salî tê zêde kir.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê bi dest xist, di çarçoveya "Bernameya Îcraetên 10 Rojî" ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi raya giştî ra parve kiribû da Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî bi sernavê "piştgiriya berhemên dostê zarokan û têkoşîna dijî naverokên bizirar" dimeşîne.

Armanca xebatê ew e ku rê nîşanî malbatên zarokên wan ji 6 salî piçûktir in bidin û ji bo zarokên ji 6 salî piçûktir ên li saziyên wezaretê dimînin lîsteya pirtûkxaneyê amade bikin.

Di encama xebatên pisporan da 332 pirtûkên di naveroka wan da agahiyên ji bo zarokan ji 6 salî piçûktir zirarê didin tunin hatin tesbîtkirin û paşê jî 35 pirtûkên teze li lîsteyê hatin zêdekirin. Lîsteya ku nika navê 367 pirtûkan tê da cî digre ew ê di encama lêkolînan da were rojanekirin.

Hin pirtûkên li lîsteyê hatin zêdekirin

"Efsaneya Alacayê, Dergûş Ji Ku Derê Tên, Hirça Qelew Nikare Razê, Çito Diçin Fezayê?, Zurafaya Gorekin, Ez Ji Diya Xwe Hez dikim Lewra, Çenge Xeyal, Çîroka Dostiyê, Kêrguşka Pirtûkxaneyê, Mîrzeyê Biharê, Goreya dixwaze Li Dinyayê Bigere."

Bi xebatê ji zanîngehan fikr û raman tên pirsîn, di vê çarçoveyê da pêşketina zarokên ji 6 salî piçûktir jî tê hesabkirin û li gor vê pirtûk tên tesbîtkirin.

- Lîste rê nîşanî malbatan dide

Dema pirtûk tên nirxandin li gor emr û pêşketina zarokan pirtûkan vediqetînin û bala xwe didin ser taybetiyên wekî mijar, peyv, fehmkirin û rûpelan ku zarok bi rihetî fehm bikin û rûpelan biguherînin.

Pirtûk hem ji hêla tevkariya psîko-sosyal hem jî ji hêla rastnivîsê va tên nirxandin.

Hêvî dikin ku lîsteya hat amadekirin rê nîşanî malbatan bide û tevkariyê bide pêşketina psîko-sosyal a zarokan.

Kesên ku dixwazin lîsteyê daxin dikarin malpera Wezaretê ziyaret bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.