Elif Irmak
24 Gulan 2020•Rojanekirin: 24 Gulan 2020
Îro dê li welêt û alema Îslamê Eyda Remezanê bê pîrozkirin. Îsal di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da dê nimêja eydê neyê kirin, li her bajarê di saeta nimêja eydê da dê tekbîr bên anîn û ji minareyan dê dengê tekbîran bilind bibe. Bi biryara ku di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê hat hildan da seranserê eydê dê sepana sînordarkirina derketina derva bê tetbîqkirin. Ji bilî rewşên mecbûrî û hin îstisnayan derketina derva qedexe ye.