Elif Irmak
25 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 937 kesan, 17 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 224 hezar û 252yan, jimara miriyan jî derket 5 hezar û 580yî.
Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kir îro 42 hezar û 986 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 937 kesan. Di 24 saetên dawîn da 17 nexweşan wefat kir, 1009 kes baş bûn.
Jimara testan bi tevahî derket 4 milyon û 489 hezar û 360î, jimara waqieyan derket 224 hezar û 252yan û jimara wefatan jî derket 5 hezar û 580yî.
Jimara nexweşên di unîteya lênêrîna awarte da 1248, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 379, jimara nexweşên başbûyî jî derket 207 hezar û 374an.
- "Jimara testên me bi tevahî nêzî 4,5 milyonî bû"
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê daneyên dawîn da parvekirin kir û ev gotin:
"Jimara testên me nêzî 4,5 milyonî bû. Ferqa di navbera jimara nexweşên me yên başbûyî û jimara waqieyên nû da li gor duh kêm bûye. Jimara nexweşên me yên di lênêrîna awarte û entube li gor teşxîsa zû, nexweşiya kronîk û rewşên manend kêm yan zêde dibe."