Ahmet Aydın
22 Adar 2020•Rojanekirin: 23 Adar 2020
Hat ragihandin ku Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel ji ber cureya nû ya koronavîrusê (Kovîd-19) xwe xiste karantînayê
Berdevkê Hikûmetê Steffen Seibert bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Angela Merkelê roja îniyê ji ber zaturreyê derzî li xwe daye, doktorê ku derzî lê daye testa wî ya koronavîrusê pozîtîf derketiye. Angela Merkela ji ber vê yekê li malê xwe xistiye karantînayê.
Seibert destnîşan kir ku dê Merkel di pêvajoya karantînayê de ji malê bixebite û di demeke nêzîk de dê testa koronavîrusê bike.