Li gor vê nifûsa Tirkiyeyê ji sedî 50,2yan ji mêran û ji sedî 49,8î ji jinan pêk tê. Li Tirkiyeyê beramberê 38 milyon û 984 hezar û 302 mêran, 38 milyon û 711 hezar û 602 jin hene.
Li Tirkiyeyê di sala 2014an de rêjeya jînên ku ji 18 salî mezintirin ji sedî 71,3 ye. Rêjeya mêrên ku ji 18 salî mezintirin jî ji sedî 69,9 e. Hêjmara jinên ku emrê wan 65 an ser 65an in jî li gor mêran zêde ye.
Li gor hêsabên ku di sala 2013an de hatin kirin li Tirkiyeyê emrê însanekî 76,3 sal e. Mêr 73,3; jin jî 79,4 salan emir dikin. Jin ji mêran zêdetir li heyatê dimînin û ferqa emrê jin û mêran jî 5,7 sal e.