Şener Toktaş
30 Tebax 2023•Rojanekirin: 08 Îlon 2023
Welatiyên li bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê pez û dewar xwedî dikin û pê debara xwe dikin, rojên germ ên havînê li zozanên Bitlîs derbas dikin.
Zozanên Bitlîsê mazûvaniya bi qasî 300 hezar pezî dike.
Li herêmê piştî ewlehiyê aramî jî bi cî bû û zozanên ber pê çûyîn qedexe bû jî ji bo gel hatin vekirin û bi kêrî aboriya welêt û heywandarên li herêmê tê.
Koçerên ji bajarên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt û Batmanê ku germin di mehên biharê da tên Bitlîsê û li zozanên ber pala Çiyayê Nemrûdê kon vedigrin. Ew seranserê havînê li zozanan dimînin û bi dahata ji qatixên çêdikin û difiroşin jî amadehiya zivistanê dikin.
Ji ber ku dinya hêdî hêdî sar dibe û zivistan jî nêz dibe koçerên li zozanên Bitlîsê jî dest bi amadehiyên vegerê kirine û rêwîtiya wan wê bi rojan dewam bike.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Rifat Çelîk got ku Bitlîs ji bajarên koçer tên yek e û wiha domand: "Bi qasî milyonek û 400 hezar dekar mêrga me heye. Bi saya barana îsal a zêde şînayî jî zêde bû. Koçeran bi qasî 300 hezar pez anîn bajarê me."
Ji koçeran Mustafa Gençê ku ji Batmanê hatibû zozanên Bitlîsê got ku zozanên li vê derê bi ber û bereket in û ew jî debara xwe bi pez xwedîkirinê dikin.