Gültekin Yetgin
30 Îlon 2024•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2024
Li Gîresûnê Zozanê Golyani ku weku "qada hesas ya teqez dê bê parastin" hat tescîlkirin bala geştiyaran dikşîne. Ziyaretvanên tên li herêmê digerin aram dibin.
Zozanê Golyaniyê yê li navçeya Yaglidereyê ku raqima wî 1530 ye bi xanî, gol û daristanênên li dorê va bala ziyaretvanan dikşîne.
Zozanê ku di sala 2020î da weku "qada hesas ya teqez dê bê parastin" hat tescîlkirin, ket nav cihên girîng ên turîstîk yên bajêr.
Di sala 2022yan da ji bo bilindkirina nirxa Zozanê Golyaniyê, bi piştevaniya Îdareya Taybet ya Bajêr ya Walîtiyê û Serokatiya Îdareya Geşedanê ya Herêma Projeya Rojhilatê Behra Reş, rêya 4 kîlometre ya zozanê hat vesazkirin. Herwiha ji bo bilindkirina debiya ava golê jî xeta boriyê ya ku dirêjiya wê 4 hezar û 200 metre ye hat kişandin.
Bi saya xebatan nirxa turîzmê ya zozanê her diçe zêdetir dibe û roj bi roj hejmara ziyaretvanên tên herêmê zêde dibe.
Seda Uzunogluya digel hevalên xwe hat Zozanê Golyaniyê ziyaret kir got, "Min û hevalên xwe me li vê derê wextê xwe xweş derbas kir. Herêma Behra Rej ji hemî hêlan va cihekî xweş e. Me dît ku li vê derê însan dimînin. Li Gîresûnê jimara kesên ku mala xwe li nav siruştê çêdikin zêde ye. Herwiha sazûmaniya hemî xaniyên li herêmê yek e. Xaniyên darîn in."