BÎTLÎS
Gundiyên ku li gundê Heci Mehmet a girêdayî Hîzana navçeya Bidlîsê dijîn bi salene xeyal dikirin ku li ser çemê gundê wan pireyek bê çêkirin. Qaymeqam Sedat Încî xeyala gundiyan pêk anî û êdî li gund pireyek hat çêkirin.
Qaymeqam Sedat Încî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku haya wî ji zehmetiyên ku gundî dikşînin hebû û wî telîmat da ku pireyeke 52 mêtro dirêj û saxlem li ser çem bê çêkirin.
Încî wiha axivî: "Em çûn ziyareta gund û me dît ku ev gundekî dîrokî ye. Ji bilî çandinî û heywandariyê debara gund tune. Ji ber ku gund li aliyekî geliyê ve hatiye avakirin, zevî û bostanên gundiyan li aliyê din dimînin. Gundî her sal bi derfeta xwe ve pireyekî çêdikirin, lê ji ber ku ne saxlem e di lehiyê de ro da diçû û xirab dibû. Me jî biryar da ku pireyeke mezin û saxlem li gund bê çêkirin. Ji ber ku ev bû nesîbê me em kêfxweş in."
Mixtarê gund Davut Derînce jî got ku ji 100 salan pê ve pireya wan tunebû û wiha axivî: "Ji ber ku bostan û zeviyên me li aliyê çem ê din bûn me bi daran ve pire çêdikirin, lê her sal ev pire di ro de diçûn. Me jî serî qaymeqamtiyê da. Ji me re pireyek çêkirin. Ez spasiya Qaymeqam Încî dikim."