ELAZIG
Li Baskîla navçeya Elazîzê kariyê wek "kumî" tê binavkirin li herêmê gelekî tê xwarin û firotan.
Ev cure karî di bin axê de mezin dibe û derdikeve. Welatî dibêjin ku tehma van kariyan ji goşt xweştir e.
Bakî Şenê ji gundê Harabakayişê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hin welatî van kariyan berhev dikin, kîloya wê di navbera 50 û 80 lîreyî de difroşin û wisa debara xwe dikin.
Şen wiha got: "Îsal ji ber ku baran zêde barî çol û çiya tijî karî ye. Her kes çoyekî dide destê xwe û diçe kariyan digere. Herî zehf di meha adarê û nîsanê de karî zêde ye. Dema erd ziwa dibe havîn tê êdî zêde nayê dîtin."
Şen got ku ji ber ku tehma kariyê wek goşt xweş e û fêda wî heye, ereb jî gelekî dixwin û wiha dewam kir: "Gel kariyên din zêdetir dizane. Lê heke kesek carekê vê kariyê bixwe êdî nikare tehma wê ji bîr bike. Gelek caran ji şûna goşt ev karî di nav xurek de tê bikaranîn. Vê kariyê ve kebab tê çêkirin, hêkan de tê qelandin, kifteyên navtijî de dikin nav kifteyan, heta wisa ku birinc jî pê tê çêkirin."