Şivanê ku Qur'ana Pîroz li ber pez jiber kir, bû hafiz
Cebraîl Gokdemirê ku li gundê Gulpinara ser Gulşehira navçeya Nevşehirê dijî, dema ku li mêrg û mexelan pezê xwe diçêrand, Qur'ana Pîroz jiber kir û bû hafiz
Behçet Alkan
15 Îlon 2026•Rojanekirin: 15 Îlon 2026
photo: Behçet Alkan / AA
NEVŞEHIR
Cebraîl Gokdemirê ku li gundê Gulpinara ser Gulşehira navçeya Nevşehirê dijî, dema ku li mêrg û mexelan pezê xwe diçêrand, Qur'ana Pîroz jiber kir û bû hafiz.
Gokdemirê ku 43 salî ye û rêncberiyê dike, biryar da ku di demên xwe yên betal da Qur'ana Pîroz jiber bike.
Wêne : Behçet Alkan/AA
Paşê li mêrg û mexelan ber pez dest bi xwendina Qur'ana Pîroz kir û nava rojê li ber pez, êvarê jî li malê dewr û dersên xwe tekrar kir.
Gokdemir her roj piştî nimêja sibehê û di nava rojê da jî dema ku firsenda wî çêbû, li cem melayê gund Habbab Turker dersa xwe tekrar kir.
Gokdemir di nêzî 6 salan da hem rêncberiya xwe kir, hem kar û barê malê pêk anî hem jî bû hafiz.
Wêne : Behçet Alkan/AA
Cebraîl Gokdemir ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji piçûktiya wî vir va eşqa wî li ser hafiztiyê hebû.
Gokdemir got ku tesîra wezên li mizgeftê ser wî çêbûn, di vê pêvajoyê da wî piştgiriya herî mezin jî ji malbata xwe hilda û wî havîn-zivistan ji aliyekî va pezê xwe xwedî kir û ji aliyê din va dewrên xwe jiber kir û ew bû hafiz.
Wêne : Behçet Alkan/AA
Melayê mizgefta gund Habbab Turker jî got ku Gokdemir qet navber neda û timî hat mizgeftê û dersa xwe da.