Nihat Kavşut
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2017
VAN
Koçerên ku ji bona heywanên wan baş biçêrin û kok bibin havînê tên zozanên li Wan û dorbera wê zivistanê jî diçin zozanên li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û di nav şert û mercên dijwar da debara xwe dikin.
Koçer piştî ku serma dikeve keriyên xwe dibin Sêrt û Batmanê û ji bona bêhnvedanê jî çadirên xwe datînin û bêhna xwe didin.
Koçerên derdikevin rêwîtiyeke zor û dijwar digel kêmasiya derfet û îmkanan heyata xwe di nav tebîetê da derbas dikin.
Malbatên koçer ji ber heyata koçeriyê pirî caran nikarin zarokên xwe bidin ber xwendinê û hin malbat jî zarokên xwe dişînin cem xizmên xwe yên li bajêr û derdikezin zozanan.
- Heyata wan li pey keriyên pêz derbas dibe
Arif Şenyuzê koçer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji bavê berê da koçeriyê dikin.
Şenyuz destnîşan kir havînê diçin rojhilatê û zivistanê jî vedigerin zozanên li Mêrdîn, Batman û Sêrtê û wiha got: "Havînê ji bona heywanên me baş biçêrin em çar meh derdikevin zozanên li Wan û Hekariyê. Heyata me di koçeriyê da derbas dibe. Zor û zehmet e, lê em ji karê xwe hez dikin."
Arif Şenyuz diyar kir piştî serma dikeve rêwîtiya wan ya zor û zehmet dest pê dike û wiha got: "20 roj e rêwîtiya me ya dagera ji zozanan dest pê kiriye. Em hin eşyayên xwe bi kamyonet û ker, hêstir û hespan dişînin. Heyata me zor e, lê em penêr, mast, şîr û rûnê digirin difiroşin û debara xwe dikin. Heyata me di kon û çadiran da û li pey pez derbas dibe."
Abdulhamît Îlbaş jî destnîşan kir piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj ya di nav çiya û dar û beran da em digihêjin zozanan û wiha got: "Zivistan hat û me dest bi dagêrê kir. Herî zêde di şilî û şilopeyê da heyata me dijwartir dibe. Di sermayê da zor e meriv heywên xweyî bike. Em timî li pey heywanên xwe ne û rêwîtiya me bi mehan diajo."