Hüseyin Demirci
28 Nîsan 2021•Rojanekirin: 29 Nîsan 2021
Ayhan Erezê sefarî ji bavê wî jê ra mîrat maye bi minîbusa xwe bajar bi bajar digere û karê xwe dike û naxwaze ev kar bê jibîrkirin.
Erezê ku 30 sal e sefariyê (pîlewarî) dike bajar bi bajarê Tirkiyeyê tevlî xanima xwe Nurcan Erezê digere û niha jî li Sariqamîşa navçeya Qersê dezgehê xwe vekir.
Welatiyên li malê qir û qasên wan ên ji sifir hene tînin ba Erez û ew jî bi wan eşyayan ra eleqedar dibe bi rêbezên berê sefariya wan dike û wek qir û qafên nû teslîmî wan dike.
Erez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev kar ji bavê wî jê ra mîrat ma û ev 30 sal e ku vî karî dike û wiha domand: "Ez bi minîbusa xwe bajar bajar digerim û vî karî dikim. Li rûyê dinyayê niha ji bo min karê herî xweş ev e. Em mihtacê kesî nînin û nanê xwe derdixin. Sefarî karekî li ber jibîrkirinê ye lê welatî dîsa bere bere amûrên sifir dikirin."
- Ji bo karê xwe bajar bi bajar digere
Erez destnîşan kir ku ew ji karê xwe hez dike û tevlî malbata xwe bajar bi bajar digere û sefariyê dike.
Di berdewamiya axaftina xwe da Erez got: "Ez diçim deveran û merivên li wan deran nas dikim. Karê em dikin bala welatiyan dikişîne û kes li bendê nasekine. Em li ber derê wan dest bi kar dikin û amûrên wan teslîmî wan dikin. Ev jî bi kêrî welatiyan tê. Ev 30 sal e ez karê bav û kalan dikim. Ev karê ez dikim li ber windabûnê ye û kes êdî bala xwe nade ser vî karî. Ez li ciwanan şîret dikim ku bila nanê xwe bi perê helal bistînin û ji bo vê bixebitin."
Ji welatiyan Cîhangîr Balli jî got ku malbata Erez ji bo karê wan neyê jibîrkirin ew bi seyarî vî karî dikin û wiha domand: "Bi rastî jî ev kar fedakariyê dixwaze. Xwedê karê wan li hev bîne û karekî girîng e."
Erez jî got ku ew serê sifirê di navbera 15 û 100 lireyî da pere ji mişteriyan distînin.