Mehmet Emin Gürbüz
12 Sibat 2025•Rojanekirin: 13 Sibat 2025
Rûyê Gola Abantê ya li Parka Neteweyî ya Boluyê ya ku bi bedewiya xwe ya siruştî navdar e, qeşa girt.
Parka neteweyî û gol ji aliyê ziyaretvanên herêmî û biyanî va tê ziyaretkirin.
Piştî berfa ku ev 4 roj in dem demî dibare gol bi berfê nixûmî û qalindahiya berfê gihîşt 20 santîmêtroyî.
Ji ber ku germahiya hewayê ya bi şev daket binê sifirê rûyê golê qeşa girt.
Ekîbên cendirmeyan û yên Parastina Siruştê û Parkên Neteweryî ya Boluyê hişyarî dan ku ziyaretvan dernekevin ser rûyê golê û negerin.