Servet Taşdemir
13 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2024
Li Tetwana navçeya Bidlîsê keriyên pez ên ku dibin zozanên li quntara Çîyayê Nemrûdê ji bo vexwarina avê ji rêya bi toz û xubar ra derbas dibe û digihêje Gola Qelbê.
Çiyayê Nemrûdê bi çavkaniyên xwe yên avê, çêregeh û merayên bi ber û bereket, bi hewaya xwe ya paqij û hênik va mazûvantiya gelek malbatên koçer û bi hezaran pezên ku ji bajarên germ ên li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tên dike.
Rojê du caran pez tînin Gola Qelbê ya ku rêya wê bi toz û xubar e û li vir hem pez tê dotin hem jî tê avdan.
Keriyên pez dema ji newalê ra derbas dibin toz û xubar bilind dibe û sorahiya avabûna rojê û xweliya ku radibe deman dibin yek dîmenên xweşik derdikevin holê.
Bi droneyê dîmenên bi hezaran mihên ku li golê avê vedixwin hatin kişandin.