İsmail Kaplan
30 Îlon 2021•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2021
Rêwîtiye bi Trêna Ekspresa Rojhilatê ya ku yek ji rotayên herî dirêj ên Şirketa Anonîm ya Veguhestina Rêhesinên Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) ye û di navbera Qers û Enqereyê da seferan dike her demsal xweş e.
Trêna Ekspresa Rojhilatê ji Enqeryê rê dikeve, ji Kirikkale, Qeyserî, Sêwaz, Erzîncan û Erziromê derbas dibe, piştî rêwîtiyeke 1310 kîlomêtroyan digîhêje Qersê.
Li ser rêya trênê dar, daristan, kulîlkên rengîn, çem, robar, zevî û gelî hene ku bala rêwiyan dikşîne.
Di tîrmehê da ji Gara Qersê 1846, di tebaxê da 2 hezar û 411, di îlonê da 1374 tevahî 5 hezar û 631 kes bi rê ketin û bi têrenê va rêwîtî kirin.
Di tîrmehê da 1650, di tebaxê da 2 hezar û 200, di îlonê da jî 1454 tevahî 5 hezar û 304 rêwî hatin Gara Qersê.
Di navbera van mehan da 10 hezar û 935 kes trêneê sîwar bûn.
Pisporê Çan û Turîzmê Mehmet Duman ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand piştî şewbê dema seferan dest pê kir hejmara turîstên tên bajêr jî zêde bû.
Duman got trên ji bo nasandina bajêr gelekî girîng e û wiha axivî: Her çiqas tesîra Kovîd-19yê hebe jî di nav 3 mehan da qasî 11 hezar turîst hatin û çûn. Ev ne hejmareke kêm e, ji bo turîzma Qers û herêmê hêviên me û fikrên me yên der barê dahatûyê da geş dike. Lewra Ekspresa Rojhilatê gereke him rabirdû û him jî dahatûyê di xwe da dihewîne. Armanca me ew e ku trêna Bak-Tiflîs û Qersê jî wek Ekspresa Rojhilatê desr bi seferê bike."