23 Sibat 2017•Rojanekirin: 26 Sibat 2017
QERS
Piştî cemreya mizgîna biharê ket hewayê, ji bajarên herî sar yê Rojhilata Anadoluyê Qersê welatê bi rojên germ kêf dikin.
Piştî ku hewa nerm bu welatiyên Sariqamişê dest bi paqijiya biharê kirin û berfa li ser xanî û gomên xwe pakij kirin. Yavuz Karataşê heywanan xweyî dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îsal zivistan pir dijwar derbas bûye.
Ji welatiyan Îsmaîl Kuçuk jî got ku cemre mizgîna biharê ye piştî ku cemre ket hewayê û hewa nerm bû welatî dest bi amadehiyên biharê dikin. Kuçuk got ku karê ewil yê amadehiya biharê jî paqijkirina berfê ye.
Efendî bozkurtê ku pêz xweyî dike jî got ku berxikên me jî Xwedê dan ew jî mizgîniya biharê ne. Ji îro pêve dê heta meha adarê hewa wiha xweş dewam bike û dema havîn were emê jî rehet bibin.