Newala Takoranê ji turîstan eleqeyeke mezin dibîne
Newala Takoranê ya dikeve navbera Siwêreka navçeya Şanliurfayê û Gergera navçeya Adiyamanê balê dikşîne.
Şanlıurfa
Turîstên Belçîkayî û Awusturyayî yên ku ji hêla Rêheweya Tirk ji bo nasandina Herêma Anadoluyê ya Rojhilatê Başûr anîbûn Tirkiyeyê Newala Takoranê geriyan.
Newala Takoranê li ser Çemê Feratê nêzî navçeya Siwêrekê ye û piştî çêkirina Bendava Ataturkê derketiye holê.
Newala Takoran dikeve navbera Siwêreka navçeya Şanliurfayê û Gergera navçeya Adiyamanê û nêzî 20 kîlometre dirêj e.
Ji bajarên derûdorê û welatên derva gelek kes dawiya hefteyê tên herêmê û newalê ziyaret dikin.
Turîstên ji hêla Rêheweya Tirk ji bo nasandina Herêma Anadoluyê ya Rojhilatê Başûr anîbûn Tirkiyeyê jî Newala Takoranê geriyan.
Ji turîstan Dîlan Çapaliya ku bi komeke hevalên xwe va ji Awusturyayê hatibû Tirkiyeyê got ku wan herêm gelekî eciband û wiha axivî:
"Me bernameya xwe ji Gazîentabê da destpêkirin. Em paşê derbasî Rihayê bûn û piştra jî em ê biçin Adiyamanê. Hevalên min herî zêde xwarina herêmê eciband. Em bi dîtina Newala Takoranê gelekî kêfxweş bûn. Ev cî ji bo ekoturîzmê ciyekî gelekî baş e. Hin veberhênan li herêmê bên kirin, ez bawer dikim ku eleqeya turîstan wê zêdetir be."