Yılmaz Kazandıoğlu
25 Hezîran 2022•Rojanekirin: 28 Hezîran 2022
Li Wanê miteşebis Aycan Kanat Gultekîn di çarçoveya "Projeya di Pêşketina Gundan da Destên Pispor" a Wezareta Çandinî û Daristanê da hîbeya dewletê hilda û bû mozvan.
Wezaret ji bo kesên ku li gundan dijîn û ji beşên ziraetê ên wekî çandinî, heywandarî, mêşevanî, xida û berên avê mezûn bûne di çarçoveya "Projeya di Pêşketina Gundan da Destên Pispor" da piştgiriyê dide.
Gultekîn ji bo ku ji projeyê mifadar bibe, serî li Midûriya Bajêr a Çand û Daristanê da û piştgiriya hîbeyê stand. Gultekînê bi vê piştgiriyê moz, kewarên wan û ekîpman peyda kir û dest bi mozvaniyê kir.

Gultekînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Gevaşê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê mezûn bû.
Gultekînê diyar kir ku wê serî li Projeya di Pêşketina Gundan da Destên Pispor da û wiha dewam kir, "Min xwest ku ez li ser lingê xwe bisekinim û projeya min hat qebûlkirin. Di çarçoveya projeyê da me 60 kewarên mozan û moz kirîn. Ji bo piştgiriyê ez spasiya wezareta me dikim."
Midûrê Şaxa Pêşketina Gundan û Rêxistinîbûnê ya Midûriya Bajêr a Çandinî û Daristanê Bunyamîn Hakan diyar kir ku wan di çarçoveya projeyê da bi 32 hilberîneran ra peymana hîbeyê îmze kir.
Hakan daxuyand ku 7 proje li ser mozvanî û hilberîna hingiv e û di çarçoveya projeyê da wan piştgirî da 2 jinên hilberîner.