Haydar Şahin
25 Tebax 2019•Rojanekirin: 28 Tebax 2019
Ebdiletîf Huseynê mamaosteyê dibistana seretayî yê ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê revî û li Siruca navçeya Şanliurfayê sitar bû bi dirûtina kincên herêmî va debara xwe dike.
Ebdiletîfê mamosteyê 48 salî ji vir 5 sal berê bi malbata xwe ra hat navçeyê bi cî bû ji ber ku nikaribû meslekê xwe bidomîne dest bi dirûtina kincên herêmî kir.
Huseynê ku berê li Sûriyeyê di demên xwe yên vala da kinc didirûtin li Sirucê dikanek vekir û dest bi dirûtina kincên herêmî kir.
Mamosteyê ji Sûriyeyê bi kincên dirûtin va di demeke kin da hat naskirin û ji bo daxwazên ji navçeyên tê bigihîne 4 kesan li dikana xwe îstixdam dike.
Ebdilatîf Huseyn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji vir 5 sal berê bi malbata xwe ya ji 7 kesan pêk tê ra xwe siparte Tirkiyeyê û dest bi dirûtina kincan kir.
Huseyn diyar kir ku li Sûriyeyê di demên xwe yên vala da kinc didirûtin û wiha pê da çû: "Min li Sûriyeyê dema mamostetî dikir di heman demê da kinc jî didrûtin. Karê em dikin li vê derê hinekî zor e. Kincên herêmî yên vê derê li gor kincên aliyê me bi morî xeml in ji ber vê zor tên dirûtin. Em bi piranî kiras-xeftan, şemamê û fistanan didrûn. Me li Sûriyeyê kincên mêran jî didrûtin. Li vê derê bi tenê kincên jinan didrûn."
Huseyn got hem welatiyên Tirkiyeyê hem jî welatiyên Sûriyeyê miştriyên wî ne, li gor model û daxwazê kincan hazir dike.
Huseyn got xwe pê ra nagihîne û wiha axivî: "Modelên li aliyê me yên vî aliyî cuda ne. Em li vê derê li gor modelên tên xwestin kincan didrûn. Li cem min 4 kes dixebitin. Jina min jî yekcaran aliyê me dike. Em kincên herêmî di navbera 40 û 150 lireyî da didrûn."
Huseyn got ku gelekî biriya welatê xwe kiriye û heke rewşa aştiyê were dixwaze ku vegere welatê xwe.