Haydar Şahin
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
VAN
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo paqijkirina berfa li ser sererêyan dest bi xebatan kir.
Di daxuyaniya Şaredariyê da hat diyarkirin ku ekîbên Midûriyeta Şaxa Karûbarên Paqijkirinê ya Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Hawirdorê dest bi xebatê kirin û berf û qeşaya li ser peyarê û sererêyan paqij kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku piştî barîna berfê li navenda bajêr û taxan xebatên paqijkirina berfê domandin û welatiyan ji bo xebatan ji Şaredariyê ra sipas kir.