Li Wanê piştî zivistaneke dijwar û dirêj hewa bere bere germ dibe.
Piştî zivistanê welatiyan keriyên xwe yên di gom û tewleyan da xwedî dikirin ji bo çêrandinê berdan çolê.
Şefik Canişê li navçeya Çatakê ji nûçegihanê AAyê ra got ku îsal berf zêde barî.
Caniş diyar kir ku her çend meha Nîsanê be jî li deverên bilind baran hê jî dibare û wiha got, "Niha Nîsan e. Înşellah em ê ji niha û pê va heywanên berdin çêrê. Îsal gelek berf barî. Hewa hê germ nebûye; ger germ bibûya wê ji bo me çêtir bibûya."
Muhammet Natur jî diyar kir ku wan zivistaneke dijwar derbas kiriye û got, "Îsal zivistana me dijwar bû. Rojê di dawiyê da rûyê xwe nîşan da. Ji ber vê yekê me dest pê kir heywanên xwe li çolê biçêrînin."