Mesut Varol
07 Gulan 2022•Rojanekirin: 08 Gulan 2022
Kuçe û kolanên Wanê bi lale û kulîlkan hatin xemilandin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin bi germbûna hewayê ra xebata reşandina parq, kolan, refuj û peyarêyan dan destpêkirin.

120 hezar lale û 700 hezar nebatên xemlê yên di serayên Şaredariya Bajarê Mezin da hatibûn ajotin, hatin danîn.
Ciyên kulîlk lê hatin danîn bi rengan xemilîn.
Ekîb her wisa li tevahiya parêzgehê xebatên peyzaj, qusandin û fîdandanînê didomînin.