Fatih Gazioğlu
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
VAN
Li Edremîta navçeya Wanê kaşûnbazan bi hespan ji xwe re li ser berfê snowboard kir.
Cem Yaşar û Erdem Ergenê werzişkarên snowboardê hatin Navenda Olîmpîk ya Siwarbaziyê ya navçeya Edremîtê û weris avêtin stûyê hespan û snowboar kirin.

Vê ceribandina ecêb dîmênên xweşik derxistin holê.
Antrenorê Navenda Olîmpîk ya Siwarbaziyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ev navend 5 meh e hatiye vekirin û wiha axivî:
"Her roj 100 xwendekar dibin mevanên me û em wana hînî hespan dikin. Armanca me ew e ku ji vê derê werzişkarên bilîsans derkevin. Me îsal spora 'snowbarda bi hespan' jî da destpêkirin. Ev kelecaneke nû ye. Bi sayê vê turîzma me ya zivistanê wê pêşve biçe."
Erdem Ergenê kaşûnbaz jî got ku 'snowbarda bi hespan' gelekî bi kelecan e û wiha dewam kir: "Ev demek e li navçeya me fealiyetên gelekî baş çêdibin. Ji wan yek jî ev tesîsa siwarbaziyê ye. Me îro bi hespan snowboard kir. Bi rastî gelekî bi kêf bû. Înşelleh ev spor wê belav bibe."