Necmettin Karaca
07 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2022
Li Erdîşa navçeya Wanê qada avî ya Çelebîbaxê ya ji flamîngoyan ra malxweyîtiyê dike bi biryara Serokomar wekî "qada hesas a teqez were parastin" hat îlankirin.
Çelebîbaxa li rexê Behra Wanê ya ji navendên qonaxa flamîngoyan ji hezkiriyên wênekêşiyê û çavdêrên çivîkan eleqeyê dibîne.
Bi biryara di Rojnameya Fermî da hat weşandin Çelebîbax wekî "qada hesas a teqez were parastin" hat îlankirin tevkariyê dide turîzma tebîetê.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Nurî Mehmetbeyoglu diyar kir ku flamîngoyên her sal di gulanê da tên Çelebîbaxê hetanî dawiya mijdarê li vê derê dimînin.
Mehmetbeyoglu diyar kir ku bi sedan turîstên xwecî û biyanî, çavdêr tên navçeyê ku dîmenên flamîngoyan bikişînin û wiha pê da çû:
"Herêm wekî qada teqez were parastin hat îlankirin û gel ji bo vê kêfxweş bû. Armanca me ew e ku vê herêmê biparêzin û ji turîzmê ra vekin. Di vê çarçoveyê da xebatên me yên "Navenda Ziyaretvan û Şopandina Koça Flamîngoyan" dewam dikin. Em ê îsal temam bikin û ji xizmetê ra vekin. Ji bo vê biryarê em ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra sipas dikin."
Ejder Unalê ji navçeyê jî got ji bo biryarê gelekî memnun bû û ji Serokomar Erdogan ra sipas kir.