Emre Ilıkan,Mesut Varol
16 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2025
Li Wanê berf barî û li hin herêman ji ber berfê çûnûhatin rawestiya.
Li herêmê danê êvarê berf barî, navenda bajêr, cih û warên dîrokî û deverên bilind bi berfê spî çîl bûn.
Li bajêr ji ber berfê çûnûhatin demekê rawestiya, welatiyan berfa li ber kargeh û li ser banê xaniyan paqij kir.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê, ji ber berfa zêde rêya 2 mezrayan hat girtin.
Ekîbên berfpaqijkirinê ji bo vekirina rêya mezrayan xebat dan destpêkirin. Her wiha li navenda bajêr jî ekîb xebatan didomînin.
Li derbasoka Kurubaşê ya di navbera Wan-Hekariyê da ku bilindiya wê 2 hezar û 225 raqim e ji ber berfê ajokaran tengasî kişand.