Muhammed Onur Yavrutürk
01 Gulan 2023•Rojanekirin: 04 Gulan 2023
Li Wanê li Sûlava Muradiyeyê ya biharê xwezaya wê hişyar dibe û ava wê gumrah diherike, bi minasebeta dawiya hefteyê û betlaneya 1ê Gulanê Roja Ked û Hevkariyê ji hêla gelek kesî hat ziyaretkirin.
Yên hatin dîtina sûlava ku li ser Çemê Bendîmahiyê ji 20 metre bilindiyê da tê xwarê û her wiha bi av û dîmena xwe bala geştiyarên xwemalî û biyanî dikişîne, hest bi xweşikbûn û sipehîbûna xwezayê kirin û bi têlefonên xwe yên mobîl ji xwe ra wêne kişandin.
Mamoste Ahmet Sepetçi yê digel hevalên xwe hatiye pîknîkê, diyar kir ku sûlav salê her demsal xweşik û cuda ye.
Sepetçi bal kişand ku bi barîna baranê ra sûlav gumrahtir diherike û wiha dewam kir, "Em jî tevî hevalan hatin temaşekirina vê dîmena xweşik. Her wisa li vir cihên xweş ên ji bo pîknîkê jî hene. Yên tên Wanê bira bên dîtina Sûlava Muradiyeyê jî."