Mehmet Niyazi Deniz
31 Gulan 2026•Rojanekirin: 31 Gulan 2026
Du wesayîtên ku nasnameyên şofêrên wan û plaqeyên wan hê nediyar in, li Xaçerêya Rêya Hawîrdor a Sêrt-Tîlloyê li hev qelibîn.
Di qezayê da 6 kesên ku di wesayîtan da bûn, birîndar bûn.
Li ser cawdayînê ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê, agirkuj û polêsan çûn cihê qezayê.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.