Li cihên bilind ên bajêr, dewrûbera Tengava Stenbolê, Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê û Pira Fatîh Sultan Mehmet bi şefeqê ra di nav mijê da man.
Ji ber mij û dûmana ku li gelek deverên milê Ewropa û Anadoluyê tesîra xwe nîşan da, mesafeya dîtinê daket.
Di Tengava Stenbolê da trafîqa keştiyan ji ber mijê ji bo herdu aliyan bi awayekî berwext hat girtin.
Her wiha pir û avahiyên dîrokî yên li xeta tengavê jî di nav mij û dûmanê da man û dîmenên wek postkartan derketin holê.