Abidin Yel
12 Nîsan 2024•Rojanekirin: 13 Nîsan 2024
Li Cizîra navçeya Şirnexê TIRa ku mertaq lê barkirî bû, welgeriya û şofêrê wê mir.
TIRa ku Berham Kurt diajot û plaqeya wê 27 P 3509 e, li ser rêya Cizîr û Nisêbînê texma gundê Çawîş welgeriya.
Li ser êxbarê ambulans, îtfaiye û cendirme şandin cihê qezayê.
Xebatkarên tenduristiyê tesbît kir ku şofêr miriye.
Cesed ji bo otopsiyê birin nexweşxaneyê.
Rê ji ber qezayê qasekî hat girtin, piştî rakirina TIRê cardin vebû.