Fadıl Aslan, Ekrem Payan
13 Gulan 2026•Rojanekirin: 13 Gulan 2026
Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê, duh bi şev ji ber baranê ava cobarê zêde bû û cobarê di ser ra avêt û her wiha encamê da xesar çêbû.
Li navenda bajêr duh bi şev taviya baranê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li Taxa Karşiyakayê ji ber baranê ava cobarê zêde bû û cobarê di ser ra avêt. Di encamê da pireya dardakirî ya li ser cobarê hilweşiya, pira pevgirêdanê jî zirar dît.
Her wiha ava ku di ser cobarê ra avêt, hin baxçeyên fêkî û sebzeyan da ber xwe. Dîsa di encamê da ziyan gihîşt 3 otomobîlan jî.
Di kordînasyona qaymeqamtiyê da ekîbên şaredarî û Rêveberiya Taybet a Navçeyê bi makîneyên kar li deverê xebat da destpêkirin.
Her wisa ekîbên Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Veguherîna Avûhewayê ya Parêzgehê û ekîbên AFADê li herêmê xebata tesbîta xesarê da destpêkirin.