İbrahim Atmaca
01 Gulan 2019•Rojanekirin: 03 Gulan 2019
Li navçeya Şemdînliyê jin û mêrên ku nû dizewicin, ji bo kişandina wêneyan berê xwe didin cihên dîrokî.
Bûk û zava beriya dewetê bi xêlî û kincê zavatiyê va diçin Pira Kevir û Qesra Qaymeyê û wêneyan dikşînin.
Malbata Kaya li pireya dîrokî û qesrê wêne kişand û gotin ku li navçeyê cihê herî xweş yek jî ev der e.

Mehtap Kayaya ku ji Stenbolê wek bûk hatiye Anadaga gundê Derecikê daxuyand ku wê û mêrê xwe li kargehê hev nas kir û ew cara ewil e tê Hekariyê û wê merivên vê derê û çanda vê derê pir eciband.
Kayayê got ku di têlevîzyonê da weke ku cihekî cuda be, qala Hekariyê dikirin û wiha dewam kir: "Di têlevîzyonê da cuda nîşanî me didin. Divê meriv were vê derê bibîne û merivên vê derê nas bike. Merivên vê derê pir baş in. Li Şemdînliyê cihên pir xweş û dîrokî hene. Ez kêfxweş bûm. Divê mirov werin vê derê bidin nasîn."
Zava Nevzat Kaya jî got ku wan ji bo kişandina wêneyên dewatê cihên dîrokî ên Şemdînliyê neqand.