Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed, hişkî û mijê

Hat ragihandin ku tê texmînkirin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev û serê sibehê cemed, hişkî û mij dê çêbe.

Önder Beyter  | 15.01.2020 - Rojanekırın : 22.01.2020
Li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed, hişkî û mijê

Erzurum

Hat ragihandin ku tê texmînkirin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev û serê sibehê cemed, hişkî û mij dê çêbe.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê bi giştî hewa dê kêm ewrayî û nîvsayî be û herwiha bi şev û serê sibehê cemed, hişkî û cih cihan jî mij dê çêbe.

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê bakur û rojhilat nerm, carinan jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da li Agiriyê 21, li Qersê 19, li Erziromê 13, li Erdexanê 11, li Erzinganê 7, li Îdirê 6 û li Îdirê jî 2 pile hat pîvan.

Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 8, li Erzinganê 9, li Îdirê 6, li Qersê 2, di bin sifirê da li Erdexanê 2, li Agiriyê 4 û li Erziromê jî sifir pile be.

Li navendên kaşûnê sitûriya berfê li Palandokenê 51, li Erganê 23 û li Konakliyê jî 12 santîmetre hat pîvan.

Rayedarên meteorolojiyê destnîşan kir ku li herêmê bi giştî ji ber ku hişkî û serma dê çêbe, ajokar di serî da divê welatî û kesên eleqedar li hemberî rewşên nexweş baldar û bi tedbîr bin.

- Qers

Li bajarê Qersê ku germahiya hewayê di bin sifirê da berjêrî 19 pileyan bû, şembelûk bi baniyan va daliqîn.

Werdekên biyanî ku ji ber serma û hişkiyê bi zehmetî qût bîter dikin, li ser ava Qersê ku ji nava Zanîngeha Kafkasê ra derbas dibe û beşek jê jî qerimî ye, li qût geriyan.

Rûyê Gola Çildirê ku di navbera Qers-Erdexanê da dimîne nexasim ji ber hişkiya nîvê şevê bi temamî qerimî. Hin welatî jî li xizekên hespan siwar bûn û li ser golê ji xwe ra derketin gerê.

Li Wan û Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêya 168 wargehan hat girtin û ji wan rêya 156 ciyan hat vekirin.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêya 143 wargehan xebatên xwe dimeşînin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ekîbên ji 30 kesî pêk tên rêya 135 wargehan vekirin, ji ber rewşa hewayê rêya 4 wargehên Gurpinarê, 4 wargehên Başqeleyê hê girtî ne.

Hat destnîşankirin ku ji bo vekirina 8 taxan xebat dewam dikin.

- Bidlîs

Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bidlîsê diyar kir ku ji ber berfê rêya 25 gundan hatibû girtin ji wan rêya 21 heban hat vekirin.

Kurtkan destnîşan kir ku ji bo vekirina 4 gundan xebat dewam dikin.

- Mûş

Li ciyên bilind ên Mûşê jî ji ber berfê û hewaya sar welatî tengasiyê dikişînin. Li gundên çîl û spî bûne welatî ligel zor û zihmetiyê jiyana xwe didomînin.

Jinên li Yeralana gundê li ser navendê ligel sermayê şebeqê zû radibin tendûrên xwe dadidin û nan li tendûrê dixin.

Mêr jî berfê pêpes dikin û li ser berfê heywanên xwe alif dikin, zarok bi berfê dilîzin û bi xizangan xwe dişiqitînin.

- Hişyariya cemedê

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat gotin ku hewayê ewrsayî be dibe ku berdestê sibê û bi şev erd bicemide, mij bikeve û ouk rabe.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Hekarî û Bidlîsê 1, li Wan û Mûşê 2 pile be.

Li Bazîda navçeya Agiriyê rêya 30 gundan ji ber berfê hat girtin, lê piştî xebateke du rojan a bênavber rê hatin vekirin.

Li navçeyê cihên bilind demeke berf dibare û bager çêdibe. Ji ber berf û bagerê rêya gundan ên hatibûn girtin, bi saya tîman hat vekirin.

Tîmên Îdareya Taybet a Navçeyê ya Bazîdê bi 7 makîneyên kar va du rojan xebitîn û rêya 30 gundan vekirin.

Operatorê makîneya kar Fecrî Bayram ji nûçegihanê AAyê ra got zivistan li gundên çiyayê zehmettir derbas dibe, rê ji ber berfê tên girtin.

Bayram got qalindahiya berfê li van gundan gihîştiye 50 santîmêtroyan û wiha dewam kir, "Du roj in em bi hevalên xwe ra dixebitin rêyan vekin. Piştî me wezîfeya xwe temam kir emê bi dilekî rehet vegerin malên xwe."

Husnu Turanê li gundê Yiginçalê dijî jî spasiya tîman, qaymeqam û dewletê kir ku rêya gundê wan hat vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.