Önder Beyter
22 Hezîran 2020•Rojanekirin: 23 Hezîran 2020
Hat ragihandin tê texmînkirin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahî dê 2 an jî 4 pile zêde bibe.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa ewrayî û perçe ewrayî be.
Li herêmê germahî dê 2 an jî 4 pile zêde bibe, ba jî dê ji milê rojavayê başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Erdexanê 6, li Erziromê 7, li Qersê 8, li Agiriyê 10, li Erzinganê 12, li Tunceliyê 16 û li Îdirê jî 20 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 31, li Îdir û Erzinanê 30, li Agiriyê 25, li Qers û Erziromê 24 û li Erdexanê jî 22 pile be.