Sevim Hatun
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
ERZURUM
Tê texmînkirin ku wê li Herêma Rojhilatê Anadoliyê hewa germ bibe û pileya hewayê derkeve ser 30yî.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat wergirtin, wê hewa ewrawî be.
Germahiya hewayê herî kêm li Qersê 10, li Agiriyê 11, li Erdexanê 12, li Erziromê 13, li Erzingan û Tunceliyê 18 û Îdirê 21 pile tê pêşbînîkirin.
Herî zêde germahiya hewayê li Îdir û Tunceliyê 38, li Erzinganê 35, li Agiriyê 33, li Erzirom û Qersê 30, li Erdexanê 27 pile tê pêşbînîkirin.