ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê dewam dike.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteoroljiyê hatin bidestxistin, herêm di bin tesîra hulmegura nizm de ye, hewa ewravî û ewrsayî ye û li bendê ne ku li herêmê şilope bibare.
Li herêmê bişev germahiya hewayê li Îdirê 4, li Hekarî û Ezircanê 2, li Mûşê 1, li Wan û Agiriyê 0, li Bidlîsê di bin sifirê de 1, li Erzirom, Erdexan û Qersê di bin sifirê de 2 pile hat pîvandin.
Wer tê texmînkirin ku li herêmê biroj germahiya hewayê yê li Erdexanê 0, li Qers û Erziromê 1, li Hekarî û Bidlîsê 2, li Wanê 5, li Îdir, Ezrican û Agiriyê 6 pile be.
Qalindahiya berfê
Qalindahiya berfê li Erdexanê 11, li Qers û Erziromê 5, li Hekariyê 1, li navendên xweşiqitadinê yên Palandoken û Cibiltepeyê 15, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 20, li Çiyayê Kopê 8 santêm hat pîvandin.
Hewaya sar û berf li Erdexanê di jiyanê de tengasiyan derdixin. Berfê wek xêliyeke sipî her aliyên bajêr pêçaye, li cihên bilind jî ba û bager he ye. Li navenda bajêr ajokar ji ber cemedê di tengasiyan de dimînin.
Rayedarên rêbejayê jî diyar kirin ku di gelek rêyan de cemed û berf he ye ji ber vê yekê dibê ajokar tevdîrên xwe bigrin, takoz û şirîtan hildin ba xwe.