Önder Beyter
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 23 Sibat 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê 1 an jî 3 pile di ser asta demsalê ra be.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa wê nivewrayî û cih cihî pir ewrayî be, ji bi şev şûnda jî li dewrûbera başûrê Agiriyê şilope û berf wê bibare.
Tê texmînkirin ku li herêmê germahiya hewayê wê 1 an jî 3 pile di ser asta demsalê ra be û ba jî wê ji başûr û rojavayê başûr nerm, car carî jî qewî were.
Li herêmê germahiya bi şev li Îdir û Erzinganê 3, li Tunceliyê 2, di bin sifirê da li Erdexanê 12, li Qersê 7, li Erziromê 5 û li Agiriyê jî 2 pile hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî tê texmînkirin ku li Îdirê 12, li Tunceliyê 11, li Erzinganê 8, li Agirî, Qers û Erdexanê 4 û li Erziromê jî 2 pile be.
Li nava bajaran jî qalindahiya berfê li Erdexanê 13, li Erziromê 9 û li Qersê jî 8 santîmetro hat pîvan.
Rayedaran diyar kir ku li herêmê divê welatî li hemberî cemed û hişkiyê û herwisa li hemberî talûkeya şepeyê baldar û bi tevdîr bin.