İbrahim Atmaca
19 Tebax 2020•Rojanekirin: 20 Tebax 2020
Li du bajarên Herêam Rojhilatê Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be. Ji danê nîvro pê va li Qers û Erdexanê bi navber tavî û teyrok wê çêbibe.
Li herêmê germa hewayê wê li gor şertên demsalê be.
Li herêmê bişev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 10, li Qersê 11, li Agirî û Erziromê 13, li Îdirê 17, li Erzincanê 18 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Erzincan û Îdirê 31, li Agiriyê 29, li Erziromê 28, li Qers û Erdexanê 25 pile tê payîn.