Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Günay Nuh,Anıl Aydın
11 Mijdar 2023•Rojanekirin: 12 Mijdar 2023
Li Qers û Erdexanê serma û mij çêbû û li ser dar û giyayan qiravî ket.
Li Qersê ji ber sir û sermayê li ser dar û ber û giyayan qiravî ket û camên wesaîtan cemed girt.
Li navçeya Sarîqamîşê jî li deverên bilind berf barî.
Li navçeyê germahiya hewayê di bin sifirê da daket 4 pileyî û ji ber sir û sermayê li ser dar û ber û giyayan qiravî ket û camên wesaîtan cemed girt.
Li nava dar û daristanan jî mij çêbû.
- Erdexan
Li Erdexanê jî ji ber sir û sermayê qiravî ket û mij çêbû.
Li bajêr bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da daket 6 pileyî.