Hüseyin Demirci,Ömer Tarsuslu,Yaşar Mert
11 Nîsan 2023•Rojanekirin: 11 Nîsan 2023
Li Qers û Erdexanê ji ber mij û dûmanê mesafeya dîtinê kêm bû.
Li Qersê barana ku şev barî serê sibê bû sedema mij û dûmanê.
Ji ber mij û dûmanê li ser rêya Qers û Erdexanê mesafeya dîtinê heta 10 mêtroyan kêm bû, şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Li navçeya Sariqamîşê jî serê sibê mij çêbû.
Li ser rêya Sariqamîş û Qersê mesafeya dîtinê heta 20 mêtroyan kêm bû, wesayît bi zehmetî çûn û hatin.
Li Posofa navçeya Erdexanê serê sibê mij û dûman çêbû.
Ji ber mij û dûmanê wesayît bi baldarî çûn û hatin.