Sabri Yıldırım, Ömer Varlık
26 Nîsan 2026•Rojanekirin: 26 Nîsan 2026
Li Mûşê minîbusek welgeriya û 16 kes tê da birîndar bûn.
Li ser rêya Kop (Bulanik) û Mûşê, nêzî gundê Karakaleyê minîbusa ku navê şofêrê wê hê ne diyar e û plaqeya wê 49 ABM 796 e, ji kontrolê derket û welgeriya newala rexê rê.
Li ser êxbarê cendirme, ambulans, ekîbên AFAD û îtfaiyeyê şandin cihê qezayê.
Şofêrê ku di wesayîtê da asê bûbû, bi xebata ekîban hat derxistin.
Şofêr û 15 kesên ku di qezayê da birîndar bûn, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.