Abdullah Tel
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
MUŞ
Li Milazgira navçeya Mûşê malbata Karanayê ya ji 5 kesan pêk tê û 4 kes jê astengdar in ji wî xaniyê xwe yê yekçavî ku ev 30 sal bû tê da dijîn derketin û derbasî xaniyê xwê yê nû yê qeymeqamtiyê ava kir, bûn.
Weqfa Piştevanî û Alîkariyê ya Qaymeqamtiyê (WPAQ) ji bo alîkariya malbata Karanayê ya li taxa Selçukluyê dimînin dest bi xebatê kir. Di xaniyê yekçavî da Gulcîhan Karana (50) piştî ku bavê wê mir li dayika xwe Çîçek Karana (75) ya nabîne û birayên xwe yên dîn Adnan (48), Mehmet (45) û Alî (38) dinihêre.
Malbata reben a bi zor û zehmetî dijî ji bo ku xwe ji sir û seqemê biparêze jî ser banê xwe bi naylon û brandayê pêça. Ekîbên WPAQê li hemberî vê feqîrî û bêkeysiyê bêdeng neman û li keviya xanî xanîyekî yek qat û 4 çavî ji malbata 4 kesên wê astengdar in ra çêkir.
Malbata Karanayê derbasî xaniyê xwe yê nû bû û lazmatiyên wan ên din jî ji hêla ekîbên qaymeqamtiyê va hatin helkirin.
- "Ez diya xwe û birayên xwe yên astengdar xwedî dikim."
Xwîşk Gulcîhan Karanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 30 sal e di xaniyê ji xwelî yê yekçavî da di nav gelek zor û zehmetiyî da dijiyan û wiha pê da çû: "Em di xaniyê berê da pir perîşan bûn. Dewletê ji me ra xaniyekî 4 çavî lê kir. Em ewilî emanetî Xwedê û paşê jî emanetî dewletê ne."
Karanayê got ku bavê wê 25 sal berê wefat kir û ji wê rojê vir va ew diya xwe û birayên xwe xwedî dike û li wan dinihêre.
Midûrê WPAQ Yakup Bozkurt diyar kir ku alîkariya didin malbatê dewam dike.