Malatya
Li Kanyona Tohmayê ya li Darendeya navçeya Meletiyê xemla xwe ya ji rengên payîzê girê da.
Kanyona ku bi tehtên xwe yên asê û Ava Tohmayê balê dikişîne, bi xemla xwe ya ji darên rengbireng va bû pêgeha siruşthezan.
Herêma ku nêzîkî Kuliyeya Somuncu Baba ye, bi rêmeş, pireyên darîn û sûlavên xwe va seranserî salê ziyaretvanan cezb dike.
Taha Eymen Dalyanê rêberê turîzmê diyar kir ku navçe di nav siruştê da ye û wiha got, "Darende ji hêla turîzma siruştî û baweriyê xwedan potansiyeleke mezin e. Kanyona Tohmayê di nîveka çolê da cinetek e."
Gazî Aksekiyê ji Kahramanmaraşê hatiye jî got ku wî herêm pir eciband û ji bo herkesî jî pêşniyaz dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
